11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der heqê îxtimala operasyona ku wê Artêşa Tirkiyeyê li Rojhilatê Çemê Feratê bibe serî da got: "Niha li pêş me ji aliyekî va Minbîc heye û li aliyê din jî Rojhilatê Feratê heye. Der heqê van da plan û amadehiyên hewce dikin, temam in. Ev amadehiyên me awayekî xurt dewam dikin. Dema roj û wext hat mîna operasyonên berê wê ev terorîstên li van deran jî di wan çalên kolane da bên veşartin."
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar ji bo yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê wezîfedar in kontrol bikin hatin Rihayê û ew ji hêla Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Wekîlê Fermandarê Artêşa 2yemîn Korgeneral Sînan Yayla û rayedarên din va jî li Balafirgeha GAPê hatin pêşwazîkirin.
Akar û tevlî fermandarên pê ra piştî serdana Walîtiyê bi armanca venêrîn û kontrolkirinê derbasî Fermandariya Lîvaya Bizirx a 20emîn bûn. Piştî silavdayînê Akar tevlî fermandarên li herêmê wezîfe dikin ra rûnişt, agahî hilda û bi wan ra xeber da.
- "Çavê me di axa tu kesî da nîne"
Wezîr Akar destnîşan kir ku heta terorîstê dawîn ji holê rabe wê têkoşîna dijî terorê bênavber dewam bike û got ku di dema têkoşîna jî ew rêzê nîşanî yekîtiya axa welatên cînar ên wek Sûriye û Iraqê didin û wiha pê da çû: "Bila di vê mijarê da fikara tu kesî tunebe. Çavê me di axa tu kesî da nîne. Armanca me parastina welatê me ye, parastina sînorê me ye, parastina hêzên me yên ewlehiyê yên li ser sînorên me ne. Hewl û xebatên me jî ji bo vê ne."
- "Dema ku roj û wext hat..."
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar çalên ku mensûbên rêxistina terorê li Minbîc û Rojhilatê Feratê kolane bibîr xist û got: "Çi dikin bila bikin tu xilasbûna wan terorîstan tuneye. Emê wan ji wê derê biqewirînin. Serkêşên terorîstan vê yekê fehm kirine. Hêviya me ew e ku yên di bin wan da ne jî vê yekê fehm bikin, çekên xwe deynin û bên teslîm bibin û vegerin malên xwe. Heke wisa nebe tu xilasbûna wan tuneye û em vê dibêjin û em ê bibêjin jî. Dema roj û wext bê ewê berdêla kirinên xwe bibînin."