Haydar Şahin
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
TBMM
Bahçelî pêşniyaz kir ku hilbijartina giştî ya parlementeran û ya Serokomariyê bira di 26ê tebaxê da were kirin.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Piştî ku qanûnên lihevkirinê werin derxistin MHPyê teqdîr û terciha xwe li aliyê hilbijartina pêşwext bi kar bîne. Lazim nake ku vî karî zehf dirêj bikin. Ji bo xirabkirina lîstika kaosê ya hin kesan ev şert e. Êdî wextê wê hat ku nelihevkirin û birinûanînên 'Gelo hilbijartin heye an tune, gelo ew ê di dema xwe da an pêşweşt were kirin' bi dawî bikin."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Rê û rêbaza herî maqûl, herî bimantiq, herî biaqil û demokratîk ew e ku gelê Tirk 26ê tebaxa 2018an roja yekşemê ango di salvegera Serfiraziya Milazgirê û salvegera Tearûza Mezin da bi rihê serfiraziyeke nû biçe ser sandoqan û hem di hilbijartina Serokomariyê da û hem jî di hilbijartina giştî ya parlamenteriyê da bersiva ku dijminên Tirkiyeyê heq dikin, bide."