hekarî
19 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê welatî ji ber ku wîlayeta wan wek xwe ma û nebû navçe gelekî kêfxweş bûn.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê da verastkirina ku wê Hekarî û Şirnex bikira navçe bi pêşniyaza hevpar a çar partiyên siyasî nehat qebûlkirin û her du der jî wek wîlayet man û şêniyên wîlayetê ji ber vê yekê gelekî dilxweş bûn.
Ji welatiyan Ahmet Tatli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bajar ji ber ku wek wîlayet ma ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra spas kir û got: "Em gelekî kêfxweş in. Li Hekariyê bi xêr be. Di serî da ji Birêz Serokomarê me û hemû hevalên di komîsyonê da ku gotin 'bila Hekarî wek wîlayet bimîne" ra spas dikim. Em şa ne û kêfxweş in. Înşeallah ev yekîtî û bihevratî daîm bibe."
Ji esnafên bajêr Remzî Aydogan jî ragihand ku şêniyên wîlayetê ji ber biryarê pir bi kêf in û wiha dewam kir: "Lazim bû ku Hekarî wek wîlayet bima. Em ji ber vê ji rayedarên dewletê, welatî û endamên çapemeniyê ra spas dikin. Ez wek esnafekî ji Hekariyê dibêjim ku ev yek li hemû Tirkiye û gelê me bi xêr be. Em ji welatiyên me û Yilmaz Erdogan ra ji bo vê yekê ku hewl dan spas dikin."
- "Xwedê xweşiyên nû bike qismet"
Ji welatiyan Nedîm Aşkan jî bi bîr xist ku Hekarî bajarekî qedîm e û ji hemû kesên ji bo statuya Hekarî wek wîlayet bimîne hewl dan re spas kir û got ku ew gelek kêfxweş bûn û Xwedê xweşiyên wiha yên nû jî bike qismet.