19 Tebax 2016•Rojanekirin: 20 Tebax 2016
ELAZIG
Li Elazigê PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî va êrîş bir ser Midûriyeta Ewlekariyê ya Wîleyetê 3 polês şehîd ketin û sivîl jî di nav da 170 kes jî birîndar bûbûn û welatiyên li bajêr êrîş şermezar kir û bertek nîşan dan.
Ji welatiyan Nevriye Yildirima bertek nîşanî êrîşa da bi nûçegihanê AAyê ra axivî û diyar kir ku tu kes nikare bi kirinên wiha va stûyê Tirkiyeyê xwar bike û wiha pê da çû: "Em li vê derê ne. Ev welat, ev welat ê me ne. Ev bêbextî ye, bêşerefî ye. Çar kurê min ên li ser xwe ne hene heke hewce bike ez amade me yek bi yek şehîd bikevin. Heke ji bo welêt, namûs, şeref û xeysiyetê nemirin ez ji wan ra nabêjim ewladên min. Bila êdî dev ji vê bêşerefiyê berdin, heyfa miletê vî miletê ye, dewletê ye, merivên me ye. Ew kafir û melûn li wir rûdinê û vê derê berê hev dide. Ewê ew tiliya te bê şikênandin."
Erkan Engîn jî êrîşên terorî yên li bajarên din û Elazigê qewimîn şermezar kir û got: "Bila ew zen nekin ku em dibizidin. Hemû gelê Elazigê va li vir e. Em ji bombe û tu tiştên din natirsin. Emê heta dawiyê welatê xwe û bajarê xwe biparêzin. Ew tiştê ku ew hêvî dikin wê pêk neyê, em narevin û emê netirsin."
Gulten Aktaşê jî bertek nîşanî û êrîşên terorî da diyar kir ku kesên li vî welatî xwînê dirêjin Xwedê bela wan ji bal xwe da bide û qehr û xezeba xwe di wan da bîne.
Gulser Gundogduyê jî PKKya rêxistina terorê şermezar kir û ragihand ku lazim e êdî ji wan kirinên wan ra bibêjin "êdî bes e" ji hêzên ewlehiyê ra dia kir.
Ji welatiyan Yahya Bulutê ku bertek nîşanî êrîşê da destnîşan kir ku ev êrîş bi destê bêbextan hatiye kirin.
Bulut destnîşan kir ku ji bo bertek nîşanî terorê bide 15 roj derketiye derva û wiha got: "Divê em bêbextan di hundir da xwedî nekin û bên xeniqandin. Xelk dibêje bêbextan daliqînin. YPG, PYD, PKK û DAEŞ rêxistinek in. Teror li Meclisê ye û hemû HDPyî terorîst in."
Mustafa Taş jî diyar kir ku tu hêz bi ser gel da tuneye û got ku PKK nikare vî gelî têk bibe.