Elif Orhan
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
ANKARA
Bi hevkariya Serokatiya Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD), Heyva Sor a Tirkan û saziyên arîkariya bi navê "Arakan Xwîn Digirî, Tirkiye Destê Arîkariyê Dirêj Dike" dan destpêkirin.
Bi beşdariya Recep Akdagê Arîkarê Serokwezîr, Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu, Serokê Giştî yê Heyva Sor a Tirkan Kerem Kinik û nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên eleqedar li Avahiya Serokatiya AFADê der heqê arîkariyên ji bo Arakanê civîna çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de teşebûsên Tirkiyeyê yên ji bo ku tiştên ku li Arakanê diqewimin bide sekinandin kir, arîkarî û xebatên nû de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de eşkere kirin ku bi hevkariya AFAD, Heyva Sor a Tirkan û saziyên civakî yên sivîl ên cur bi cur ji îro ve "Arakan Xwîn Digirî, Tirkiye Destê Arîkariyê Dirêj Dike" dan destpêkirin û hat diyarkirin ku welatiyên dixwazin ku arîkariyê bikin ji bo bexşê dikarin ji navnîşana "http://www.arakanasahipcik.org" her cure agahiyê bistînin.
Li gor agahiyên ku di malpera fermî de cî digire kesên dixwazin ku bexşê bikin ji her cure operatorên GSMê dikarin "ARAKAN" binivîsîn û ji 2868an re bişînin û 10 TL bexşê bikin.
Ji bo bexşên ku dê li AFADê bikin ji Şûbeya Mûteşebîs a Kamûyê ya Bankaya Zîreatê TL-Hesap IBAN No: TR14 0001 0025 3355 5555 5550 84, ABD Doları Hesap IBAN No: TR84 0001 0025 3355 5555 5550 85, Avro Hesap IBAN No: TR57 0001 0025 3355 5555 5550 86 ile Banka Swift Kod No: TCZBTR2A" û ji bo bexşên ku dê li Heyva Sor bên kirin Şûbeya Mûteşebîs a Kamûyê ya Bankaya Zîreatê TL-Hesap IBAN No: TR80 0001 0025 3200 0028 6852 09, ABD Doları Hesap IBAN No: TR53 0001 0025 3200 0028 6852 10, Avro Hesap IBAN No: TR26 0001 0025 3200 0028 6852 11 ile Banka Swift Kod No: TCZBTR2A" dê derbasdar bin.