Haydar Şahin
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2018
HATAY
Komeleya Alîkariyê ya Hatayê (HAYAD) li konbajarên li Dêr Balut û Mihemediyeyê yên li Efrîna herêma Sûriyeyê parkên zarokan û qada fitbolê çêdike.
Serokê HAYADê Rahmî Vardi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li konbajaran kêmzêde 2 hezar zarok perwerdeyê dibînin.
Vardi got alîkariyên didin gelê herêmê dewam dikin û wiha pê da çû: "Em li ser 5 dolim erdî parka zarokan û qada fitbolê ava dikin. Me binesaziya lazim dike temam kir. Xebatên avakirinê dest pê kirin. Çendekê din xebatên parka zarokan û qada fitbolê ew ê werin temamkirin û em ê ji xizmetê ra vekin."
Vardi diyar kir ku ew ê bi zarokên Sûriyeyê ra derkevin pêşbirkê û qadê vekin, ji xwedîxêrxwazên ku keda wan tevlî vê bû ra spas kir.