Haydar Şahin
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbeya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku tê da Osman Kavala, Hanry Jak Barkey, Metîn Topuz, Aykan Erdemîr tê darizandin da ji bo Graham E. Fullerê wezîfedarê CIAyê yê berê biryara derdestkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê û kumpasên FETOyê ya ku Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da geşedaneke teze derket.
Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê da ji bo Graham E. Fullerê wezîfedarê CIAyê yê berê yê ku di dozê da wek şikbar xanê dike biryara derdestkirinê da.
Di daxwaznameya dozgeriyê da hat dîtin ku der barê Fuller da tê gotin sûcên wek "Îxlalkirina Qanûna Bingehîn", "Teşebisa ji holê rakirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê", "Bi armanca sîxuriya leşkerî û siyasî temînkirina agahiyên dewletê yên ku dibê veşartî bimînin" kiriye.
Dadgeriya Cezayê Silhê ya Stenbolê ya nobedar daxwaznameya dozgeriyê nirxand, daxwaz qebûl kir û biryar da ku Fuller were girtin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê da Osman Kavalayê karmend ê ku hatibû girtin, Hanry Jak Barkeyê tê gotin ji organîzatorê civînê ye û di Tîrmeha 2016an da beşdarî civîna ku li Splendîd Otelê ya li Girava Mezin bûye, Metîn Topuzê wezîfedarê Konsolosxaneya Amerîkayê û Aykan Erdemirê parlementerê CHPê yê berê û gelek kes tên darizandin.