07 Tebax 2016•Rojanekirin: 08 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di "Mitînga Demokrasî û Şehîtan" a ku li Meydana Mitîngê ya Yenîkapiyê hat kirin da xeberda.
Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku 15ê Tîrmehê deriyê lihevkirinê ji me ra vekir û wiha got: "Êdî taybetiyeke 15ê Tîrmehê heye, 15 Tîrmehê ji bo me deriyê lihevkirinê ji me ra vekir. Di 15 Tîrmehê da êdî Tirkiyeke nû heye. Heke em vê hêzê, vê çanda lihevhatinê bikaribin pêşva bibin ji bo zarokên xwe hemû bi hev ra Tirkiyeke baş bihêlin."
- "Ev di tarîxa komarê da derbeya herî bi xwîn e"
Kiliçdaroglu diyar kir ku ev di tarîxa komarê da derbeya herî bi xwîn e û wiha dewam kir: "240 şehîdên me hene, 240 şêrên me ketin erdê, Xwedê rihma xwe li 240 şehîdên me bike. Wan dîroka demokrasiya me da ciyekê zêrîn girtin. Emê wan ji bîr nekin, nedin jibîrkirin, ew qehremanên demokrasiyê ne."
- "Divê pergaleke perwerdeyê ya ku dipirse û lêkolîn dike ava bikin"
Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu destnîşan kir ku divê pergaleke perwerdeyê ya ku dipirse û lêkolîn dike ava bikin û wiha xeberda: "Tenê îro na, divê di pêşerojê da jî em girîngiyê bidin xurtkirina demokrasiyê. Ji bo ku demokrasî bi pêş bikeve divê pergaleke perwerdeyê ya ku dipirse û lêkolîn dike ava bikin. Divê zarokên me azad mezin bibin, wijdana wan azad be û fikr û ramanên wan azad be."
- "FETOya rêxistina terorê di nav artêşê da bi cî bû"
Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Rêxistina terorê ya FETOyê di nav artêşê da bi cih bû. Rêxistina terorê ya FETOyê di nav darazê da bi cih bû. Rêxistina terorê ya FETOyê di her asta dewletê da bi cih bû. Me berê ji vê ra digot 'rêxistinbûna bi şeklê Fyê'. Lê niha wek 'Rêxistina Terorê ya Fetullah Gulen' tê binavkirin û dozger jî îdianameya xwe wiha amade dike. Serxwebûna darazê çima girîng e? Em edaletê dixwazin. Emê edalet li kê derê bidin tecelîkirin? Heke hakimek ne li gor wîcdana xwe li gor telîmata Pensîlvanyayê telîmatê bide ew ne hakim e û dadgeh jî ne dadgeh e."