İbrahim Atmaca
10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Bozovaya navçeya Şanliurfayê piştî baranê zevî bû herî û çartiq, 67 mih û kerek di nav wê herî û çartiqê da asê man û bi alîkariya cendirme, ekîba îtfaiye û gundiyan va di 5 saetan da hatin xelaskirin.
Li taxa Karacayê 67 mih û kera Mehmet Çelîkê ku rêncberiyê dike di herî û çartiqa zeviyê da cûm bûn. Şivan Îsmaîl Çelîk kir û nekir nikaribû pezê xwe ji nav zeviyê derxe û cab da malbata xwe.
Malbata wî hat ber serê zeviyê û li îtfaiye û cendirmeyan geriyan û alîkarî xwest. Ji ber ku heriya nav zeviyê zêde bû, makîneyên kar nikaribûn têkevin nav zeviyê û paşê ekîba cendirme û îtfaiyeyê û bi gundiyan va seba heywanan seferber bûn û mih yek û yek dan pişta xwe û milê xwe, ji nav heriyê derxistin.
Di nêzî 5 saetan da heywan ji nav heriyê derxistin.
Ji aliyekî din va gundiyan piştî ku heywan derxistin, ser û sîçê wan bû herî û cemidîn, ji sermana agir vê xistin û xwe germ kirin.
Şivan Îsmaîl Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî pezê xwe berda çêre û pez paşê ket zeviya fistiqan.
Çelîk got ku wî kir û nekir êdî nikaribû hin mihan ji nav zeviya herî derxe û wiha dewam kir:
"Nêzî 2 mehan e baran dibare û ji ber baranê zevî bûye herî û çartiq. Min nizanibû ez ê çi bikim. Ez pir tirsiyam. Xwedê kirî bira pezê min hemû neket zeviyê. Piştî ku me nikaribû em derxin, me alîkarî xwest. Me hinek dan pişta xwe, hinek dan milê xwe derxistin. Herî dawî me ker derxist, ew pir zehmet derket. Ker tê da çûbû xwarê. Em ê bibin malê bi ava germ bişon û alif bidinê."
Çelîk destnîşan kir ku ew tenê debara xwe bi pez dikin û spasiya kedkaran kir.
Ji gundiyan Mehmet Şukru Şîfayê ku hate hewarê jî got ku li ser cabdayîna hevalên wî ew jî hate hewarê û zehmet bû, lê wan heywan ji mirarbûnê xelas kirin.