İbrahim Atmaca
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
ESKÎŞEHIR
Kevirê lûle her çend li ser rûyê dinyayê li Amerîka, Yewnanistan, Komara Çek, Fransa, Spaniya û Fasê derkeve jî ya ji aliyê bazirganiyê va ya herî biqalîte li Eskîşehirê dertê. Karkerên vî karî li Eskîşehirê ji 40 mêtreyî heta 380 mêtreyî erdê dikolin û kevirên lûle jê derdixin û wekî nûnerên dawîn ên vî karî wezîfeya xwe dikin.
Kevirê lûle ji pîpoyê bigre heta kevirên kişikê, bust û gelek alav pê çêdibin. Li Eskîşehirê ji alavên herî girîng ên diyariyan yek e. Ev kevirên ku di çêkirina alavên diyariyan da tên xebitandin, ji binê erdê dertên.
Li taxên Turkmentokat û Karatepeyê yên Alpuya navçeya Eskîşehirê digel cotkarî û heywandariyê madenkariya kevirê lûle jî tê kirin. Kevirên lûle di bin erdê da di navbera 40 û 380 mêtreyî da tên dîtin. Ji herêma ku ocaxên kevirên herî biqalîte jê dertên ra "Sarisu" tê gotin."
Xebatkar bi hîltî, tevir û çakûçan va bi qeweta milê xwe va erdê dikolin ku bigihêjin "zêrê spî". Karkerên vî karî êdî tu kesî nabînin ku di vî karî da bixebitin û ji bo vê jî seba ku ev kevneşopî ranebe çi ji destê wan tê, dikin.
Naîl Lînçê 60 salî û bavê du zarokan, li taxa Turkmentokatê dijî û 44 sal e kevirê lûle derdixe. Lînç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kevirê lûleyê madenekî wisa nîne ku li her derê ji binê erdê derkeve, ji bo dîtin û derxistina wê ew zehmetiyê dikşînin.
Lînç got ku "Ji bo dîtina zêrê spî hema bêje em saxe sax dikevin gorê û bi derziyê erdê dikolin" û wiha dewam kir:
"Ji kesên ku kevirê lûle derdixin ra 'ocaxçî' dibêjin. Berê 150-200 ocaxçî hebûn. Em niha 4-5 kes mane. Ji ber ku garantiya madenkariya kevirê lûle tuneye, nifşa ciwanan vî karî tercîh nake. Em carinan 6 mehan jî digerin lê tiştekî nabînin. Em carinan jî pereyekî baş qezenc dikin. Qezenceke me ya standart tuneye. Em danê sibê ji 9an heta 15.30î dixebitin. Car hebûye me di 8 hefteyan da her yekî 3 hezar, 4 hezar qezenc kiriye."