Nihat Kavşut
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
ANKARA
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu: "Ji bo eleqeya li ser otomobîla xwemalî zêde bibe wê pergala teşwîqê hebe. Ji bo maliyeta çêkirinê jî wê alîkariyên curbecur bên dayîn."
Ozlu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu diyar kir ku ji bo eleqeya li ser otomobîla xwemalî zêde bibe wê pergala teşwîqê hebe û got ku ji bo maliyeta çêkirinê jî wê alîkariyên curbecur bên dayîn.
Faruk Ozlu destnîşan kir ku wê 100 kolejên ku perwerdeya teknolojiya dijîtal bidin ava bikin.
Ozlu di xeberdana xwe da der heqê otomobîla xwemalî da diyar kir wê 5 model hebin û wiha got: "Heger em pêşsiparîşan hildin bazareke wisa heye ku wê ji milyonekî zêdetir be."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu destnîşan kir wê beriya her tiştî 50 navendên lêkolînê ava bikin ku bala xwe didin ser teknolojiyê û got ku em ê 60 hezar personelên Ar-Geyê yên pispor perwerde bikin.
Faruk Ozlu diyar kir ku nexşerêya wan ya Tirkiyeya dijîtal amade ye û got ku dijîtalkirina pîşesaziya Tirkiyeyê ji 6 beşan pêk tê.