Önder Beyter
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ANKARA
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank diyar kir ku bi destê KOSGEBê dê ji bo pîşesazan di kirîna techîzatê makîneya xumalî ya bi 1 milyon lireyî da 300 hezar lire alîkariya fînansmanê were dabînkirin û wiha got, "Bi vî awayî em ê seba hilberînerên makîneya xumalî hecma hilberîn û bazarê ya bi 1,4 milyar lireyî dirust bikin."
Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê hedefeke din ku di Bernameya Îcreata 100 Rojan a ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand da heye, bi cih anî.
Wezîr Varank di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku bi destê KOSGEBê dê ji bo pîşesazan di kirîna techîzatê makîneya xumalî ya bi 1 milyon lireyî da 300 hezar lire alîkariya fînansmanê were dabînkirin.
Varank destnîşan kir ku KOSGEBê di çarçoveya "Bernameya Alîkariya Techîzatê Makîneya Xumalî" da hezar û 345 kargerî kifş kirine û wiha dewam kir, "Bi bernameyên ku em bi cih tînin va em bibiryar in ku pîşesaz û KOBÎyên xwe bêpişt nehêlin û alîkariya wan bikin. Ji bo pîşesazan di kirîna techîzatê makîneya xumalî ya bi 1 milyon lireyî da 300 hezar lire alîkariya fînansmanê dê were dabînkirin. Bi vî awayî em ê seba hilberînerên makîneya xumalî hecma hilberîn û bazarê ya bi 1,4 milyar lireyî dirust bikin."
Îsal di hezîran-tebaxê da 2 hezar û 252 kargehan serî li bernameya ku Wezîr Varank ragihand dan. Serîlêdana hezar û 345 kargehên ku şertên pêwîst bi cih anîne hatin pesendkirin. Di çarçoveya rûniştinên di navbera KOSGEB û bankeyan da dê ji bo van kargehan krediyên guncav bên dayîn ku 6 mehên ewil vegera wê tuneye û heya 36 mehan jî bi wade ye.