24 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji bo Qers û Erdexanê hişyariya barana gef û gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be, bi demê ra wê ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê ye û li aliyê bakurê Erzirom û Qersê û derdora Erdexanê baraneke gef û gur wê bibare.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Agiriyê 5, li Qersê 6, li Erziromê 9, li Tuncelî û Erdexanê 11, li Erzincanê 13, li Îdirê 16 pile hat qeydkirin.
Li gor texmînê germa hewayê wê li Erdexanê 23, li Erzirom û Qersê 24, li Agiriyê 28, li Îdir û Erzincanê 29, li Tunceliyê 31 pile be.