Önder Beyter
27 Îlon 2018•Rojanekirin: 28 Îlon 2018
KARS
Malbata bixem a Sedanûr Guzel ku li Qaqizmana Qersê wenda bû û 7 roj şûnda cesedê wê hat dîtin, bi dilekî şikestî û xemgîn pêşwazî li roja jidayîkbûnê ya 10emîn a keça xwe kir.
Li gundê Pasli yê Qaqizmana navçeya Qersê, Sedanûr Guzel di 16ê îlonê da wenda bûbû û 7 roj şûnda cinazeyê wê li biniya gund hatibû dîtin ku bi kevir û xîçan va hatibû veşartin. Piştî otopsiyê cenazeyê Sedanûrê di 23yê îlonê da hatibû definkirin. Niha jî dê û bavê wê Handan û Abdullah Guzel li gund ziyaretên serxweşiyê qebûl dikin.
Malbata Guzel dema xebera mirina keça xwe hilda, 4 roj mabû ku pêşwaziyê li roja jidayîkbûna keça xwe bikin. Malbat niha çaverêyî wê yekê ye ku kujer an jî kujerên keça wan a piçûk bên girtin.
Dayîk Handan Guzela dilbişewat di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da ew daxwaza xwe anî ziman ku kujerên keça wê bên dîtin û wiha dewam kir, "Ez ji Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan û parlamenterên me dixwazim ku kujerên keça min bên dîtin. Ez bangî hemû Tirkiyeyê dikim, kujerê keça min bibînin."
- "Bira Seda, Leyla û Eylulên din neçin"
Dayîk Guzelê diyar kir ku agir bi kezeba wan ketiye û wiha dewam kir, "Roja jidayîkbûnê ya 10emîn a keça min e. Yê ku îro ev êş kire pêsîra me, dikare sibe roj bîne serê yekî din jî. Bira Seda, Leyla û Eylulên din neçin."
Bav Abdullah Guzel jî got ku ew dixwaze kujerên Sedanûrê bên cezakirin û wiha axivî, "Îro ev 10 roj e ji ser vê êşê ra derbas bûn. Îro roja jidayîkbûna keça min e. Kujer kê ye bira bibînin, bira ji me ra bêjin, heta kujer nebînim ez nikarim bisekinim."
Mirovên ku dîmenên Sedanûr Guzelê ên ku di 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan a par da hatine kişandin, temaşe kirin pir li ber xwe ketin û xemgîn bûn.
- Bûyer
Senanûr Guzel (9) li gundê Pasli yê Qaqizmana navçeya Qersê di 16ê îlonê da çûbû berhevkirina fêkiyên beyanî, lê wenda bûbû.
Malbata ku li çolê tevî gundiyan derketibû lêgerînê, tu encam bi dest nexistibû û xeber dabû cendirmeyan. Tîmên JAKê, ekîbên AFADê û peywirdarên UMKEyê ji bo dîtina Guzelê xebata lêgerînê dabûn destpêkirin. Di encama xebatan da cinze bi qasî kîlomêtroyek li biniya gund hatibû dîtin ku bi kevir û xîçan va hatibû veşartin.