Sevim Hatun
22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Şaredariya Sûrê ya Diyarbekir ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve, di çarçoveya Biryarnameya Hikmê Qanûnê (BHQ) de lê wezîfedarkirin hatibû kirin, pirtûkên alîkar li xwendekarên ji ber terorê mexdûr bûn, hatin belav kir.
Li ser telîmata Alîkarê Walî Bîlal Ozkanê ku li Şaredariya Sûrê wekî Cigîrserok hatibû wezîfedarkirin, li xwendekarên Dibistana Destpêkê ya Îsmet Paşa û Şehîd Ustegmen Fehmî Taşkin pirtûk hatin belavkirin.
Midûrê Dibistana Destpêkê Şehîd Ustegmen Fehmî Taşkin Celal Belen daxuyand ku malbatên xwendekarên li navçeyê zehf xizan in.
Belen got ku ji ber vê yekê xwendekarên navçeyê ji bilî pirtûkên dersê nikarin tu kitabê bistînin, herwiha em ji bo alîkariya Ozkan spasiyê dikin.