10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ŞIRNAK
Şaredariya Silopiyê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va lê şaredar hatibû wezîfedarkirin, mektebeke futbolê vekir û li wir futbolîstên dahatûyê perwerde dike.
Piştî operasyonên terorê li Silopiya navçeya Şirnexê aramî pêk hat, bi xebatên qaymeqamtî û şaredariyê rengê navçeyê guherî.
Qaymeqamtî û şaredarî bi wesîleya Navenda Ciwaniyê ji bo zarokên mexdurê terorê çalakiyên kişik, mînî golf, boks, tenîs, voleybol, badmînton û dartê li dar dixin.
Şaredariya Silopiyê herî dawîn ji bo zarokan mektebeke futbolê vekir û 400 zarok bi rahineriya Yildiray Yuce, Saruhan Çevîk û Omer Şeflek perwerdeya futbolê dibînin.
Ev futbolîstên dahatûyê bi wesayîtên şaredariyê ji malên wan tên hildan û piştî antreman diqedin dîsa bi wesayîtan diçin malên xwe.
Rahêner Yildiray Yuce got bi saya şaredariyê zarok perwerde dibin û wiha dewam kir: "Ji van zorkên perwerde dibin jê hinek wê wek futbolîstên pispor bijîn. Armanca me zarokên me baş perwerdekirin e."
Rahêner Saruhan Çevîk jî got armanca wan zarokan tiştên nebaş jidûrxistin û werzişê hînî wan kirine.
Rahêner Omer Şeflek jî anî ziman bi saya şaredariyê xeyala bi sedan zarokan dikare pêk bê û wiha dewam kir: "Yên îro li vir in dikarin sibê di Lîga Superê, heta di lîgên Eropayê da jî bilîzin. Em bi awayekî disîplîn zarokên xwe amade dikin."
Ji zarokan Ahmet Okten jî ji ber perwerdeya futbolê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Em her roj antremanê dikin û li vir tiştên girîng hîn dibin."