İbrahim Atmaca
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
MUŞ
Werzişvana neteweyî Berfîn Barişer wê di 6-18ê cotmehê li Buenos Airesa paytextê Arjantînê beşdarî Lîstikên Olîmpiyata Ciwaniyê ya Havîna 2018an bibe û armanca wê madalyona zêr e. Barişer ji bo madalyona zêr li quntarên Çiyayê Sîpan antrenmanan dike.
Berfîna 17 salî di Lîseya Sporê ya Mûşê da xwendekara pola 12emîn e û bi rêvebiriya antrenorê xwe Ozkan Yurtaş xebatên xwe didomîne.
Werzişvana neteweyî dawiya hefteyê jî li Adaksuya gundê xwe yê ku dikeve quntara Çiyayê Sîpan, xebatên xwe didomîne.
Berfîn li gund piştî antenmanên xwe aliyê malbata xwe heywanan xwedî dike.
Berfîna werzişvana Kulûba Fenerbahçeyê li Trabzonê di Şampiyonaya Dinyayê ya Stêrkan da di 3 hezar mêtreyî da bû duyemîna dinyayê, li Enqereyê di Şampiyonaya Atletîzma Stêrkan a Turkcel Tirkiyeyê da di 2 hezar mêtre avê da bû yekemîn. Di lîstikên olîmpiyatan da hedefa Berfînê di 2 hezar mêtre avê da madalyona zêr e.
Berfîna werzişvana neteweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mamosteyê wî yê perwerdeya bedenê yê dibistana lê dixwîne ew hînî atletîzmê kir.
Berfînê diyar kir, ew ji bo ku di pêşbirkan da serkeftî bibe malbata wê piştgiriyeke mezin dayê û wiha dewam kir:
"Min ji atletîzmê pir hez kir. Ez li derveyî welêt beşdarî pêşbirkan bûm, min serkeftinên baş bi dest xistin. Ez li Tirkiyeyê jî çend caran bûm yekemîn. Paşê derketin derveyî welêt. Ez li ser navê Kulûba Fenerbahçeyê dikevim pêşbaziyan. Ez ê li Arjantînê beşdarî olîmpiyatan bibim. Ez ê li wê derê ser navê Tirkiyeyê têkevim pêşbaziyê û şampiyontiyê hildim û vegerim."
Berfînê diyar kir ku ew perwerdeya xwe li Mûşê didomîne û wiha dewam kir, "Gundê me li quntara Çiyayê Sîpan e. Ez antrenmanên xwe li quntara Çiyayê Sîpan dikim. Pirî caran diçim Çiyayê Sîpan. Ez dernekevim ser tepê jî heta nêvî diçim. Antrenmanên xwe wisa dikim. Ji ber ku çiya bilind e, seba antrenmanan kêrî min tê."
Mehmet Barişerê bavê wê jî got ku ew bi Berfînê serbilind e û wiha dewam kir: "Înşeallah keça min wê li derên baş Tirkiyeyê temsîl bike û alaya me bilind bike. Ez timî piştgirê wê me. Dema ku Berfîn tê gund di karên malê da alîkariya me dike. Antrenmanên xwe bi rêk û pêk dike, li çil û çiya direve."