Önder Beyter
20 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2019
HATAY
Nûnerê komeleyê Fatîh Şîlt di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diya kir ku wan ev alîkariya kincan kir da ku rûyê zarokan hinekî bikene û kêfa wan xweş be.
Şîlt bal kişand ku wan alîkarî da wan zarokên Sûriyeyî ku diçin qursa Qur'ana Kerîm û wiha dewam kir, "Wekî komele em xebatên xwe didomînin da ku em malbatên desteng tesbît bikin û alîkariyê bidin zarokên wan. Li seranserê navçeyê em hewl didin ku vê alîkariya xwe ya ji bo êtîmên Sûriyeyî bidomînin. Me mont û kincên zivistanê li 30 zarokên me belav kirin."
Şîlt herwiha got ku ev alîkarî dê bidomin.