30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2016
ANKARA
Buroya Telîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsînên ku Serdozgeriyên Komarê yên Mêrsin, Midyad û Qeyseriyê rêva dibin da gazî Hevserokên Gişkî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê kir ku bên îfadeyê bidin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Serdozgeriyên Komarê yên Mêrsin û Midyadê nivîsek ji Buroya Telîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ra şand ku bira di çarçoveya 4 lêpirsînên bi hinceta "heqaret" û "kirina propagandaya rêxistina terorê" rêva dibin da îfadeya Demirtaş bistînin.
Serdozgeriya Komarê ya Qeyseriyê jî ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ra telîmatek nivîsî ku bira di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta "îftiraya li ser wezîfedarê dewletê" da îfadeya Yuksekdagê bistînin.
Hat ragihandin ku Buroya Telîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo ku îfadeya wan bistînin ewê bi teblîxata posteyê va gazî Demirtaş û Yuksekdagê bike.