Yûsuf demek berê ji Şengalê çû Hewlêrê ku bixebite. Lê dema ku DÎŞIyê li Şengala Misûlê êrîş bir ser êzdiyan, malbata Yûsuf jî wek êzdiyên din, koç kir.
Yûsuf qasî 2 hefteyan li Dihok, Zaxo û cihên din ên ku êzdiyan xwe sipartinê lêkolîn kir ku bigihêje malbata xwe. Lê dema ji van deran tu agahî negihêşt destê wî, hat Tirkiyeyê û li Silopî û Cizreyê jî li malbata xwe geriya. Di dawiyê de hat Midyadê û ji parêzerekî hîn bû ku malbata wî li konbajarê Akçakayaya Midyadê ya AFADê ye.
Yûsuf û malbata wî kêfxweş in ku gihiêştin hev.
Yûsufê ku 20 roj e li ser şopa malbata xwe bû wiha got: "Windakirina malbatê pir zor e. Ez pir aciz bûm, lê min sebir kir. Ez sipasiya gelê Silopiyê û her kesên ku alîkariya me kirin, dikim. Ji bilî vê kampa AFADê jî deriyên xwe ji me re vekir û pir baş bi me re tevdigerin. Ez sipasiya wan dikim. Ez pir kêfxweş im ku bi sax û silametî gihêştim malbata xwe."
Yûsuf daxuyand ku piştî 3 rojan wê vegere Hewlêrê li ser karê xwe û wiha axivî: "Tiştên ku tên serê me bigihînin hemû dinyayê ku bila bibînin ku em çi zehmetiyan dikşînin. Bila alîkariya me bikin. Min nûçegihanên AAyê jî li Silopiyê dît. Hûn ji bo gel zehmeteke mezin dikşînin. Em pir kêfxweşin ku hûn eleqeyeke mezin nîşanî me didin."
- Ez pir kêfxweş im ku min kurê xwe dît
Dayika Yûsuf Hamse Reşo Salihê jî got ku dema DÎŞIyê êrîş kir, tevî 85 gundiyên xwe ve siwarî motorekê bûn û ji gund reviyan û wiha axivî: "Di vê kampê de ewlehiya me heye, lê heta mirinê jî em ê welatê xwe ji bîr nekin. Xwezî rewş biguhere ku em vegerin welatê xwe. Ez pir kêfxweş im ku min kurê xwe dît."
Bavê Yûsuf Dawud jî got ku li Tirkiyeyê eleqeyeke mezin nîşanî me didin û ew ji ber vê jî kêfxweş in.