Nihat Kavşut
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ARDAHAN
Li navenda Erdexanê ji ber serma û seqemê hin şofêr ji bona germ bibe di minîbusên xwe da tûpên biçûk dadidin.
Şofêrên li navenda bajêr dixebitin ji ber serma û seqemê ji bona wesaîtên wan germ bibin di minîbusên xwe da tûpên biçûk vêxistin.
Şener Demirciyê şofêr destnîşan kir ji ber serma û seqemê zor û zehmetiyê dikşînin û wiha got: "Serma di bin sifirê da 20 pile ye. Gelek dijwar e. Pergala kalorîferê ya wesaîtê têrê nake. Loma jî em tûpên biçûk vêdixin. Rêwî ji ber ku siwar dibin û peya dibin tesîra serma û seqemê li ser wan çênabe. Lê em serma dikin. Loma jî me çareyeke wiha dît."