Fatih Gazioğlu
09 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di opererasyona dijî DHKP/Ca rêxistina terorî de 7 şikbar hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Bajêr li navenda bajêr ji bo girtina hin endamên DHKP/Cê yên ku amadehiya êrişê dikirin, dest bi opeasyonê kirin.
Tîman di operasyona li 8 navnîşanên cuda de 7 şikbar binçav kirin.
Di lêgerîna malan de 2 demançe, tivingeke otomatîk, gelek fîşek, dokumanên rêxistînî û hin melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.
Kar û barên şikbaran li emniyetê dewam dikin.