08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ADANA
Di doza ku li Edeneyê tê darizandin da ji ber sûcê "Bi awayekî eşkere piçûkxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" salek cezayê hebsê dan Parlementera Wanê ya HDPyê ya berê Fîgen Yuksekdaga ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Daraza Bilind va ji ber ku ceza xwar, endametiya wê ya partiyê hatibû betalkirin.
Yuksekdaga ku ji ber sûcekî din li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ye, nexwest ji ser Pergala Veguhastina Deng û Dîmenê (PVDD) beşdarî danîşîna li 11emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Edeneyê bibe.
Parêzerê Yuksekdagê di parastina xwe da îdia kir ku daxuyaniyên muwekila wê, ew xusûs in ku berê li ser kursiyê Meclisê jî hatin îfadekirin û wiha xeberda, "Muwekila min roja bûyerê ji gel ra behsa gotinên xwe yên li ser kursiyê Meclisê, kiriye. Daxuyanî divê di çarçoveya parêzbendiya qnûndanînê da bên hesibandin. Em daxwaz dikin ku zabitnameyên Meclisê bên anîn û lêkolînkirin."
Dadgerê ku daxwaz red kir, ji ber sûcê "Bi awayekî eşkere piçûkxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" salek cezayê hebsê da Yuksekdagê. Di biryarê da daxistin û astengiyên vejibartî nehatin sepandin.