Önder Beyter
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Çap Weşan û Enformasyonê (BYEGM) çalakiya "Şeveke Remezanê" ya ku dewlemendiya çanda Anadoluyê û şahiyên meha remezanê bi dîplomatan da nasîn, li dar xist.
Ligel Balyoz û nûnerên qedera 30 welatên ku di navê da Filistîn, Pakistan, Koreya Başûr û Kuba hene, gelek kesayetên ji burokrasî, siyaset û dîplomasiyê beşdarî çalakiya li paytextê ya ku BYEGM malîvan bû, bûn.
Midûrê Giştî yê BYEGMê Mehmet Akarca ligel balyozên beşdarî çalakiyê bûn, pêşangeha wêneyên rêveberên sereke yên ku dexme li siyaseta Tirkiyeyê dane, vekir.
Akarca di destpêka çalakiyê da axaftineke kurt kir û diyar kir ku armanca wan, danasîna edetên remezanê yên dinyaya Tirk û Misilmanan e.
Akarca bal kişand ku wan îşev balyozên qedera 30 welatî ezimandin û wiha dewam kir, "Herwiha armanca me ew e ku em şahiyên xwe yên meha remezanê û hunerên xwe yên edetî yên destan bi wan bidin nasîn. Bi vî awayî jî çapemeniya me û balyoz jî tên cem hev û çavnas dibin. Dîsa em wer bawer in ku em alîkariya danasîna Tirkiyeyê dikin. Ev yek jî me zehf kêfxweş dike."
Beşdarvanan bi baldarî nimayişa tîma Mehteran û Semahê temaşe kir û muzîka tesewifê guhdarî kirin.