Haydar Şahin
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ERZURUM
Mehmet Yararê Serokê Federasyona Xweşiqitandinê ya Tirkiyeyê (TKF) got, "Me di nav 4 salên dawîn da herî zêde li Erziromê veberhênan kir. Me ev li gor niyetekê nekir, li gor lazimiyê kir. Lewra li Erziromê çanda xweşiqitandinê di dilê gel da cî girtiye."
TKFyê li otêleke li Çiyayê Palandokenê fitar da û Mehmet Sekmenê Şaredarê Bajarê Mezin a Erziromê jî beşdarî fitarê bû.
Yararê Serokê TKFyê di fitarê da axivî û got Erzirom di dîroka xweşiqitandinê da di asteke wisa da ye ku tu kes nikarê navê wê ji wê derê bibe ji ber vê jî 4 sal e li bajêr veberhênanê dikin.
Yarar diyar kir ku di sala 1910î da ji bo armancên leşkerî dest bi xweşqitandinê kirin û demekê şûnda ev çanda ji Erziromê belavî hemû welêt bû û wiha pê da çû: "Ne bi tenê li Tirkiyeyê Erzirom di disîplîna Alpê da derbasî dîroka dinyayê bû."
Yarar destnîşan kir ku di dîroka 78 salî ya xweqitandinê ya Erziromê da astên cuda hene û wiha pê da çû:
"Me jî xwest ku tevkariyê bidin 78 salan. "Me di nav 4 salên dawîn da herî zêde li Erziromê veberhênan kir. Me ev li gor niyetekê nekir, li gor lazimiyê kir. Lewra li Erziromê çanda xweşiqitandinê di dilê gel da cî girtiye. Me dît ku vê hezkirinê hinekî zeng girtiye. Me hewl da ku zengê jê bibin û hinekî bibiriqînin. Me bi binêsaziyê va dest bi xebatên xwe kir. Navenda herî mezin a temîrata xweşiqitandinê me li Erziromê ava kir. Ev ji bo şiqitandina Tirkiyeyê veberhênaneke mezin bû. "
Ayhan Terziyê Alîkarê Waliyê Erziromê, Halîl Înalê Serdozgerê Komarê, Prof. Dr. Omer Çomakliyê Rektorê Zanîngeha Ataturkê, Fuat Taşkesenlîgîlê Midûrê Spor û Xizmetên Ciwaniyê, rayedarên federasyonê û amirên saziyan beşdarî fitarê bûn.