07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ANKARA
Ciwanên kurd yên ku li ser malperekê bi navê "Êdî Bes e" kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin, ji bo li dijî êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê banga "yekîtî û biratiyê" bikin, "Daxuyaniya Biratiyê" amade kirin.
Emrah Înançê ku bi "Tevgera Êdî Bes e" dengê ciwanan radihîne, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em wek ciwanên kurd ji bo ku nîşan bidin li cem dewleta xwe ne, ji bo li dijî êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê banga 'yekîtî û biratiyê' bikin, me 'Daxuyaniya Biratiyê' amade kir."
Înanç diyar kir ku berê jî ji bo lîstikên li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyên bi vî rengî dane û got ku me Daxuyaniya Biratiyê ji ser malpera www.doguplatformu.orgê weşand.
Înanç destnîşan kir ku di daxuyaniyê da balê dikşînin ser yekîtî û biratiyê û wiha xeberda: "Bi plan û çalakiyên xayîn va ew kesên li dijî yekîtî û biratiya me şer îlan kirine îro awayekî pir tund êrîşî ser nirxên me yên ku me bi hev ra girêdidin dikin û tovê bêaqûbetiyê di nav me da direşînin û qajqajokiya şerê navxweyî dikin. Îro dîsa li hemberî wan mîhraqên şer ên welatê me, yekîtî û bihevratiya me tehdîd dikin roja yekbûnê ye û roja li nirxên xwe xwedîderketinê ye. Her çiqas hin kes bi îdeolojiyên xwe yên qirêj dixwazin bira bi bira bidin qirkirin û li ser vê axê dixwazin tovên nefretê biajon lê nikarin me ji hev biqetînin, wê nikaribin û bila ev jî wiha bê zanîn. Qedera tirk û kurdan bi hev ra hatiye nivîsandin û wê heta hetayê birayê hev bin. Ev welat û alaya sor bê cudahî ya me tirk û kurdan hemûyane û deynê stûyê me hemûyane ku em lê xwedî derbikevin."
- "Em teslîmî terorê nabin"
Di belavokê da hat ragihandin ku ew kesên bi salane dixwazin di navbera tirk û kurdan da şer derbikeve niha jî bi operasyonên nêrîn û çalakiyên provakatîf girseyên din wek hedef tên nîşandin û wiha hat gotin: "Kiryarên çalakiyan guherîbin jî armanc her tim yek e. Wek ku Birêz Serokomarê me jî destnîşan kiribû niha em di nav "Şerê Serxwebûnê" da ne. Em ciwanên kurd di van rojên zehmet da wek civak hay ji wan deq û dolabên ku dixwazin li ser me bikin hene û digel hemû provakasyonan emê ji yekîtî û bihevratiya xwe tawîz nedin. Emê teslîmî terorê nebin û ji bo têkbirina terorê mayê ku ji destê me tê emê bikin û ji bo vê amade ne."
- "Roj roja aqlêselîm û yekîtiyê ye"
Înanç diyar kir ku li Ortakoya Stenbolê di saetên ewil ên sala teze da êrîşa bêbext hat kirin, ev êrîşa li dijî terza jiyana qismekî nîne, hedefa wê êrîşê 78 milyon e û di daxuyaniyê da wiha pê da çû:
"Kesên ku dixwazin ser vê êrîşê ra rakêşiyê berî nav civakê bidin, pêlîstoka rûreş a Rojavayê ne. Wek ciwanên kurd di her şert û mercan da me li aliyê dewleta xwe rêz girt û emê heman helwesta xwe bidomînin. Ji bo pêkanîna biratî, yekitî û bihevrabûna xwe û wek civakê ji bo ku êşên me nebin sedema êşên mezin, bedelê nedin, xayînan nedin şakirin roj roja aqlêselîm û yekîtiyê ye."