07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ANKARA
Di operasyona Mertalê Feratê da do balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî li El Bab, Bzagah, Suflaniyah û Qebr Al Mukriyê li dijî 12 hedefên DEAŞa rêxistina terorê operasyona esmanî kirin û di operasyonê da sitargeh, avahiyên baregehê û çek û wesaîtên rêxistinê hatin îmhekirin.
Hat diyarkirin ku di pevçûnan da jî 21 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da der barê Mertalê Feratê da agahî hat dayîn.
Hat destnîşankirin ku di serî da DEAŞ operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina talûkeya terorê di 24ê tebaxa 2016an da dest pê kir, di roja 137an da dewam dike.
Di çarçoveya hereketê da ji bo bidestxistina El Babê operasyonê duh jî dewam kir û di şerê haman rojê qewimî da jî 21 mensûbên DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Piştî tespîtkirinê 156 hedefên rêxistinê hatin bombekirin û stargeh, cebilxane, kozik û navendên kontrolê yên ku rêxistinê bi kar dianî hatin serobinkirin.
Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Tirk ji bo 12 hedefên DEAŞê yên li El Bab, Bzagah, Sûflaniyah û Qebr Al Mukriyê ne rabûn û stargeh, avahiyên baregehê, derên kontrolê, çek û wesayît dan ber bombeyan û li herêma Zarzûrê û Ebû Taltalê jî 2 dronên rêxistinê anîn xwarê.
Li herêmên ku ji DEAŞê hatin paqijkirin 37 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhekirin. Ji destpêka hereketê heta niha jî 2 hezar û 794 teqemeniyên bidestçêkirî û 43 mayin bi kontrol hatin îmhekirin.