05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar şeva xwe ligel fermandarên hêzan ên bi pê ra li Fermandariya Tabûra Tixûb a 6emîn a Daglicayê derbas kir.
Li gorî agahiyê, Sererkan Orgeneral Akar, Fermandarê Hêza Bejayî Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Deryayî Koramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêza Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz li yekîneyên tixûb lêkolîn û raçevkirinên xwe didomînin.
Sererkan Orgeneral Akar û fermandarên hêzan ên ku çûn Fermandariya Tabûra Tixûb a 6emîn a Daglicayê raçevkirin û lêkolîn kirin, bi leşkeran ra xwarin û şeva xwe li vir derbas kirin.
Orgeneral Akar serê sibê çû Binkeya Girê Oremarê ku raqima wê 2 hezar û 522 ye û li vir bi leşkeran ra sohbet kir. Akar dû ra derbasî Binkeya Kalanatepeyê bû û ligel fermandarên bi xwe ra lêkolîn kir. Piştî lêkolînê fermandar vegeriyan navenda navçeya Yuksekovayê bûn.
Sererkan Akar li Yuksekovayê esnaf ziyaret kir, bi welatiyan ra sohbet kir û paşê jî Qaymeqam Mahmut Kaşikçi ziyaret kir.