19 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP
Werzişvana millî ya Gazîentabî Songul Gultekin ku di warê hokeyê da beşdarî zêdetirî 50î pêşbirkan bûye, di Şampiyonaya Ewro ya 18 saliyan biçûktir da, bû xwediya nasnavê di nava jinan da “baştirîn lîstikvana tûrnuvayê”.
Songul Gultekîna 18 salî bi pêşniyara mamosteyê xwe yê bedenê hokey nas kiriye û di vî warî da di nava demeke kurt da serkeftinên baş bi dest xistine. Di bin banê Kluba Werziş û Ciwanan ya Akdorayê da qonaxeke berbiçav derbas kir. 5 sal e dest bi hokeyê kiriye û 4 sal e, formayê millî li xwe dike.
Songulê herî dawî li Hirvatistanê di Şampiyonaya Ewro ya 18 saliyan biçûktir da serkeftineke baş bi dest xist û karî Federasyona Hokeyê ya Ewropayê bikişîne. Werzişvana millî weke “baştirîn lîstikvana tûrnuvayê” hat hilbijartin û di heman demê da bû xwedî nasnava “şahbanû ya golan” ya ewropayê.
Songul li taxa 60. Yil a Şahinbeya navçeya Gazîentabê dijî. Keça bavekî karkerê fabrîqeyekê ye û bi derfetên sînordar di werzişê da gihîşt vê qonaxê.
Sporvana ciwan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku meraqa wê ji piçûktiya wê pê va li ser sporê heye û wê dema ku li taxê top dileyîst, xizmên wê jê ra gotin û wê li kulûbên sporê yên amator dest bi lîstina topê kir.

- "Bi qasî 50 madalyayên wê hene"
Songul Gultekînê got ku li ser pêşniyaza mamosteyê wê yê bedenê meraqa wê li ser hokeyê çêbû û wiha dewam kir: "Ez di demeke kurt da serkeftî bûm. Vê gavê bi qasî 50 madalyayên min hene. Ji bo min xelata herî biqîmet li Tirkiyê qralîçetiya golan bû. Min vê havînê li Ewropayê xelateke girîng hilda. Îhtimal e ku ez vê tu zemanî ji bîr nakim. Federasyona Hiokeyê ya Ewropayê ez wek lîstikvana hokeyê ya herî baş hilbijartibûm. Înşallah ev xelat wê pêşiya min veke."
Songulê diyar kir, wê heta niha di kategoriya ji 18 saliyan kêmtir da dileyîst, êdî ew ê di kategoriya Ayê da formayê li xwe bike û ew dixwaze ku di demeke kurt da li Ewropayê xelatên nû hilde.
Gultekînê bi bîr xist ku ew berê jî li Ewropayê "qralîçeya golan" bû û wiha dewam kir:
"Ez berê li Ewropayê qralîçeya golan jî bûm. Daxwaza min a herî mezin ew e ku ez li kulûbên Ewropayê hokeyê bileyîzim. Lewra standartên Ewropayê ji yên Tirkiyê pir cudatir in."

- Xwedan şiyanên cuda ne
Antrenorê Kluba Ciwan û Werzişê ya Akdorayê Mehmet Ozkan diyar kir ku kaptana tîmê Songul, werzişvaneke xwedan şiyanên cuda cuda ye.
Ozkan destnîşan kir ku Songul bi werzişvanên ji xwe mezintir dipêşbaze û bi ser dikeve û di vê da hirs û hewesa wê jî bandora xwe heye.
Ozkan got ku par du werzişvanên ku li Enqereyê forma li xwe dikirin, transferî kulubên li Ewropayê bûn û wiha xeberda, "Li gorî van werzişvanan bi min Songul bêtir li pêş e. Bo nimûne di serî da emrê wê tê. Ew hê gelekî ciwan e. Ji xeynî vê, bedena wê bona hin lebatên hokeyê pir musaît e. Heger Songul baş li xwe mêze bike, dê di kurtedemekê da biçe Ewropayê."