Türkan Tosun
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Zarokên li Sirûca navçeya Şanliurfayê dijîn û di werzişa hokeyê da bûn şampiyonên Tirkiyeyê niha hewl didin li Ewropayê bibin şampiyon.
Mamosteyê perwerdeya bedenê Abit Bostanci li Dibistana Navîn a Bîlgiyê perwerdeya hokeyê da zarokan, xwendekarên di vê werzişê da serkeftî bûn di bin banê Kluba Ciwanî û Werzişê ya Sirûcê da xebatên xwe didomînin.

Werzişvanên ji Sûrûcê par li Amasrayê di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Salonê ya Mêran ên Temenê Wan Ji 16an Biçûktir in da bûn sêyemîn. Îsal jî li Trabzonê di Şampiyoniya Tirkiyeyê ya Salonê ya Mêran ên Temenê Wan Ji 16an Biçûktir in da bûn yekemîn.
Ciwanên werzişa hokeyê dikin niha hewl didin li Ewropayê bibin şampiyon û ji bo vê antremanên xwe li Kluba Ciwanî û Werzişê ya Sirûcê didomînin.

Rahênerê Kluba Ciwanî û Werzişê ya Sirûcê Abit Bostanci ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev werziş li ser perwerde û jiyana civakî ya van werzişvanantesîreke baş dike û ew dixwaze xwendekarên wî di Tîma Neteweyî ya Ayê da cih bigrin.
Bostanci got xebatên wan dewam dike û wiha axivî: "Em niha di rêya Ewropayê da plan û bernameyên xwe didomînin. Emê di heman demê da li qada servekirî beşdarî pêşbirkên Lîga Play-Offê ya 2yemîn bibin. Li vir jî hedefa me şampiyonî ye. Werzişvanan feydeya mezin a şampiyoniyan dîtin. Xwendekar him êdî pir ji xwe bawer in û him jî kêm xem û fikaran dikin. Eleqeya hokeyê li navçeyê zêde bû ku em ji ber vê kêfxweş in."

Serokê tîmê Nasir Koşti jî got ew ji ber Şampiyoniya Tirkiyeyê kêfxweş û serfiraz in ûwiha dewam kir: "Hedefa me ya ji vir şûn da şampiyoniya Ewropayê ye. Înşallah qada servekirî bibin şampiyonê Tirkiyeyê. Ji bo vê em pir dixebitin. Xeyala min ew e ku ez formaya tîma neteweyî li xwe bikim. Em bi saya mamosteyê xwe bi hokeyê ra eleqedar bûn. Qadeke xweş e, ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim."
Werzişvan Ferhat Oz jî got ew ew bi serokatiya Abit Bostanci gelek karên serkeftî dikin û ewê bikin jî.