20 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Di lêgerîna mala Prof. Mehmet Altanê ku di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) da hatibû binçavkirin da 6 diravên yekdolar yên bi rêza Fyê û bandên axaftina Fetullah Gulenê serokê rêxistinê hatin dîtin.
Bi biryara dadgehê li navnîşanên Ahmet û Mehmet Altanê ku di çarçoveya lêpirsîna ku Can Tuncayê ji dozgerên Buroya Sûcên Rêkxistî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da hatibûn binçavkirin geriyan, amûrên ku hatin dîtin derketin holê.
Li ser daxwaza dozgeriyê hakimtiya cezayê silhê biyar da ku li navnîşanên şikbaran bigerin, di lêgerîna li mala Mehmet Altan da 6 diravên yekdolar yên bi rêza Fyê, bankkarta Bank Asyayê û gelek bandên axaftina Fetullah Gulenê serokê rêxistinê hatin dîtin.
Bi biryara dadgehê va li navnîşana Ahmet Altan jî geriyan di lêgerînê da hejmarek gelek sîmkart, laptopek, flaşmemorî û amûrên dijîtal hatin dîtin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbeyê ya FETOyê da Ahmet Altan û Mehmet Altan di 10ê îlonê da hatibûn binçavkirin.