Fatih Gazioğlu
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
HAKKARÎ
Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê 300 pirtûk ji xwendekarên Hekariyiyan re şand.
Li gor agahiyan, Midûrê Ewlehiya Bajerê Hekariyê Suvat Dîlberoglu ji hevalên xwe yên Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Bajarê Stenbolê ji bo pirtûkan arîkarî xwest. Li ser vê polêsan Stenbolê ji xwendekaran re 300 pirtûk kom kirin û şandin Hekariyê.
Pirtûkên hatin komkirin bi destê tîmên polesan li xwendekarên Dibistanên Seretayî ya Cumhuriyet, Sermaye Pîyasasi, Ataturk, Fatîh Sultan Mehmet û xwendekarên Dibistana Navîn ya TOBBê hatin belavkirin.
Tîman bêhnekê bi xwendekaran re sohbet kir û ji wan re serkeftin xwest.
Rêvebirên mekteban jî ji Suvat Dîlberoglu û polêsên Stenbolê re spas kir.