Türkan Tosun
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
IGDIR
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya ku yek ji parkên neteweyî yên herî mezin ên Tirkiyeyê yek e, ji ber ku bihar hat mazuvaniya çûkên curbecur dike.
Parka neteweyî di bin quntara çiyayê Agiriyê ye û lê gelek cihên avî hene.
Ji ber vê dema bihar tê cûkên curbecur tên parkê û li wir dimînin, dema zivistanê jî cardin ber bi başûr ve koç dikin.
Mete Turkogluyê Midûrê Kar û Barê Av û Daristanê yê Îdirê ji nûçegihanê AAyê re got ev herêm ji hêla av, hewa, nebat, xweza û çûkan ve dewlemend e û wiha dewam kir: "Çûk her sal ji bakur koçî başûr dikin, ji başûr jî koçî bakur dikin. Niha jî ji Îdirê koçî kirin û ji bo ku cot bibin vegeriyan bajêr."
Turkoglu got li parkê toxim, kurm, mêş û tiştên din ên ku çûk dikarin bixwîn hene û çûk ji ber vê tên parkê.
- "Ji 530 cisnê çûkan jê 321 cure li Îdirê hene"
Turkoglu got kesên li ser çûkan lêkolînan dikin dikarin bên vê derê û wiha axivî: "Ji 530 cisnê çûkan jê 321 cure li Îdirê hene. Ornîtolog (kesên li ser cûkan lêkolînê dikin û pisporê vî karî) bixwazin kîjan çûkan bibînin dikarin bên vir."