Abdullah Tel
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi armanca ku di kar û barên dewletê da burokrasî kêm bibe giştîname derxistibû û ew di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Di giştînameyê da hat gotin ku helkirina pirsgirêkan, çareserkirin, kêmkirina burokrasiyê û nêrîna dewletê ya welatî nîvend in û pêkhatina encaman hedefên sereke yên Pergala Hikûmeta Serokomariyê ne.
Serokomar Erdogan bal kişand ser girîngiya rakirina wan xisûsên ku di xizmetên dewletê da dibin sedema teraliyê û wiha pê da çû: "Lazim e ji bo miletê me bi lez û bez xizmet bi awayê herî baş bên dayîn û ji tevgerên ku zirarê didin hevkariya dewlet û milet jî dûr bê sekinandin. Di vê çarçoveyê da hemû serlêdanên ku li sazî dezgehên dewletê tên kirin heke saziyeke din eleqedar bike jî lazim e demildest bên çareserkirin û ew kesê/a serlêdan kiriye jî ji hêla wê saziya ku daxwazname hildaye va der barê encama teqez da bê agahdarkirin."
Serokomar Erdogan di giştînameyê da ragihand ku bi armanca serlêdan bi lez û bez bin û encamên wê yên rast jî demildest bên dayîn hemû tewdîrên hewce dikin wê bên hildan.