Elif Orhan
07 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Ji telebeyên Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî Abdullah Yegîn di 92 saliya xwe de wefat kir.
Yegînê ku ev bi qasî du mehan e ku li Gungorenê li nexweşxaneyekî taybet dihat dermankirin ji ber nexweşiya dil wefat kir.
Cenazeyê Abdullah Yegîn dê sibê piştî nimêja cenazeyê ya ku dê li Mizgefta Fatîhê bê kirin li Goristana Eyup Siltanê dê bê definkirin.
- Kurtejiyana Abdullah Yegîn
Abdullah Yegîn di sala 1924an de li Kiyana gundê navçeya Araçê ya girêdayî Kastamonuyê hat dinê. Bavê Yegîn mamoste ye û Yegîn kurê Suleyman û Ayşe ye. Yegîn kurê malbateke dîndar e û piştî ku Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî nas kir emrê xwe di xizmeta îmanê de derbas kir. Seîdê Nûrsî ew peywirdar kir ku li Ûrfayê xizmetê bike û Yegîn heta mirina Bedîûzzeman ji bilî eskeriyê tu carî ji wî dûr nebû. Yegîn piştî sala 1960an li bajarên cuda xizmetên xwe yên dînî berdewam kir.