27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Li gorî agahdarkirina Serokatiya Daîreya Çapemenî û Pêwendiyên Gel a Sererkaniyê, 8 hezar û 651 personelê leşkerî beşdarî 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bûn. Ev hejmar teqabulê ji sedî 1,5ê mewcudê personelê TSKyê dike.
Li gorî agahdarkirina Serokatiya Daîreya Çapemenî û Pêwendiyên Gel a Sererkaniyê di 15ê Tîrmehê da "ji layê terorîstên xaîn (FETO) ên mensûbên çeteya derqanûnî yên ku piraniya wan di nava cilûbergên leşkerî da ne û di nava TSKyê da ji xwe ra hêlûn çêkirine, bi awayekî xaîn û nemerd hewldana derbeyekê" pêk hat.
- 8 hezar û 651 personel beşdar bûn
Di encama lêkolînê da hejmara çek, alav û amûrên ku di hewldana derbeyê da hatin emilandin jî hat kifşkirin.
Li gorî vê, 8 hezar û 651 personel beşdarî heldana derbeya FETO bûn. Di nava van da hezar û 676 jê leşker, hezar û 214 jê jî xwendekarên leşkeriyê ne. Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ev hejmar teqabulê ji sedî 1,5ê mewcudê personelê TSKyê dike, piraniya mensûbên Hêzên Çekdar li hemberî vê hewldana xaîn e û ev ji ser jimaran jî derdikeve holê.
- 35 firoke hatin emilandin
Ji xeynî vê, di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di hewldanê da jê 24 yên cengê 35 balafir, jê 8 yên êrîşê 37 helîkopter, 74 jê tank 246 wesayîtên zirxdar û 3 keştî hatin emilandin.
Di agahdarkirinê da hat gotin ku li ser leşkerên ku beşdarî hewldana derbeya FETO bûn da 3 hezar û 992 çekên sivik jî hebûn û daxuyanî wiha hat kutakirin:
"Hejmara terorîstên xaîn (FETO) ên mensûbên çeteya dereqanûnî yên ku di nava TSKya bişan û şeref da ji xwe ra hêlûn çêkirine û zilet û rezalet anîn serê welatê me, ji sedî 1,5 e û ji vê rêjeyê derbas nebûye. Ewladên vî welatî seba welatê xwe bêşek û şubhe heger bivê dê canê xwe feda bikin."