Önder Beyter
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
TUNCELÎ
Walî û Cîgirşaredarê Tunceliyê Tuncay Sonel zarokên êtîm û sêwî yên bajêr bi Zeynel Ariyê ji Tunceliyê ku li Kanadayê pîzavaniyê dike ra anî cem hev. Di çarçoveya bernameyê da pîza îkramî zarokan kirin û bi kelekê zarok li ser Gola Bendava Uzunçayirê gerandin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê da hat destnîşankirin ku li loqinteyekê çalakî hat lidarxistin û di vê çalakiyê da zarokên êtîm û sêwî yên bajêr bi Zeynel Ariyê ji Tunceliyê ku li Kanadayê pîzavaniyê dike hat cem hev.
Li vê derê Ari çêkirina pîzayê fêrî zarokan kir û herwiha Sonel û Ari bûn şahidê kêfxweşiya zarokan.
Walî Sonel spasiya Ari kir û wiha axivî:
"Brêz Zeynel beg karsazekî me yê ji Tunceliyê ye. Pîzavanê herî mezin ê Kanadayê ye. Ew li Torontoyê hem Tunceliya me û hem welatê me temsil dike. Ez jê ra hêviya qazanceke bixêr dikim. Ji ber ku kêfa zarokên me anî cih, ez spasiya wî dikim."
Zarokan pîzayên xwe dan destê xwe û li keleka ku Walîtiya Tunceliyê nû standiye, siwar bûn û ligel muzîkê li ser Gola Bendava Uzunçayirê ji xwe ra derketin gerê.