Haydar Şahin
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
KARS
Sarîqamîşa navçeya Qersê ya ji herêmên herî bilind a Tirkiyeyê ye bi floraya xwe ya dewlemend û jiyana beyanî va li bendê ye ku were keşfkirin.
Kulîlkên rengîn, pilo, heywan û pezên kovî yên li daristana navçeyê ji bo tebîethez û wênekêşan dîmenên xweşik derdixin holê.
Meriv li wan deran hirçên ji bo bigihîjin sergoyê bajêr ji nav daristanê ra derbas dibin, suravêdkên di hewaya germ da li golê digerin dibîne.
Tebîeta Sarîqamîşê li benda kefşkirinê ye
Sarîqamîşa navçeya Qersê ya ji herêmên herî bilind a Tirkiyeyê ye bi floraya xwe ya dewlemend û jiyana beyanî va li bendê ye ku were keşfkirin. ( Hüseyin Demirci - Anadolu Agency )
19.07.2018 Hüseyin Demirci
1 / 10
Serokê Komeleya Tûrîzmê ya Sarîqamîşê Mîr Hasan Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi tenê di zivistanê da li Sarîqamîşê tûrîzm tune, di seranserê salê da li vê derê ciyên lê bigerin û bibînin hene.
Taş diyar kir ku di her demsalê da xweşikahiyeke cuda derdikeve holê û wiha pê da çû: "Em nika di havînê da ne, tebîeta me rengrengî ye û li her aliyan mêş, moz û çivîk hene. Daristanên me zehf xweş in û jiyana heywanên beyanî jî zehf dewlemend e. Tûrîstên xwecî û biyanî dibê teqez li tebîeta Sarîqamîşê bigerin û vê dewlemendiya tebîetê bibînin."