Haydar Şahin
15 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji mîde û roviyên zarokê otîstîk ê hat emeliyatkirin ureke ji kêmzêde 2 kîlo kablo, poşet, lepik û kevçiyên plastîk pêk tê hat derxistin.
Eqrebeyên Mehmet Ekînciyê 14 salî yê otîstîk ê li Mêrdînê jiyana xwe didomîne ji ber zikêşê Ekîncî anîn nexweşxaneyeke li bajêr.
Piştî kontrolê Ekîncî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Heranê kirin. Di kontrolan da hat dîtin ku di zikê wî da urek heye.
Ekîncî demildest hildan emeliyatê û ji mîde û roviyên wî ureke ji kêmzêde 2 kîlo kablo, poşet, lepik û kevçiyên plastîk pêk tê derxistin.
Piştî emeliyata serkeftî Ekîncî ser hemdê xwe û şandin malê.
Doç. Dr. Mustafa Erman Dorterlerê Hîndekarê Makezanista Cerahiya Zarokan ê kete emeliyatê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku bi giliyê ur û şêrpençeyê nexweş anîn ba wan.
Dorterler diyar kir ku di kontrolan da dîtin ku ureke ku nizanin ji çi pêk tê di mîde û roviyên nexweş da heye û wiha pê da çû: "Piştî kontrolan me nexweş hilda emeliyatê. Me di emeliyatê da perçeyekî ku mîde û ruviyên wî xitimandiye dît. Li gor me, nexweş demeke dirêj e plastîk xwariye û bi qasî 2 kîloyan di mîde û roviyên wî da kom bûye."
Dorterler got ku nexweş derman kirin û şandin mala wî lêbelê tiştên wiha zêde nabînin û wiha axivî:
"Ev çend sal in em tiştên wiha dibînin. Bi piranî nexweşên psîkolojîk ên mûyê poran, kevir û plastîkê dixwin hene. Herî zêde por ji zikan derdixin lê kêm caran em plastîkê dibînin. Cara ewil e ez nexweşekî wiha dibînim. Bi salan plastîk xwariye ku di zikê wî da kom bûye. Ji ber vê me demildest emeliyat kir."
Servet Ekînciyê bavê zarok diyar kir ku kurê wî otîstik e ji ber vê li malê xwedî dikin, ji ber ku aciz bû anîn nexweşxaneyê.
Ekîncî got ji ber ku ji zikê kurê wî ewqas plastîk derket şaş û metel ma lêbelê kurê wî gihîşte siheta xwe ji bo vê jî kêfxweş bû.