12 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Li Eyyubiyeya navçeya navend a Şanliurfayê ekîba polêsan hewl didin ku wî zilamê jin û zarokên xwe di wesayîtê da dîl girtiye qanî bikin.
Bûyera li taxa Dîrekliyê qewimî û nêzî 11 saetan e dewam dike û bi hewl û xebata polêsan tê xwestin ku bi dawî bibe. Polês û alîkarên mirûdên ewlehiyê ji bo gumanbar Osman Bînîciyê jin û zarokên xwe dîl girtiye qanî bikin hewl didin.
Li gor agahiyên ji rayedarên ewlehiyê hat hildan gumanbar di girtigehê da bû û bi îzin derket derva û careke din venegeriya girtîgehê.
Li Taxa Dîrekliyê ji ber ku polêsan nasname kontrol kirin gumanbar jî jin û zarokên xwe bi çekê dîl girt.
Hat îdiakirin ku gumanbar Bînîcî berê jî li ber Edliyeyê xanima xwe dîl girtiye.