Muhammet Kurşun
07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
AGRI
Mamosteya resman li Bazîda Agiriyê Sevcan Tuzunê ji bo Muzeya Ehmedê Xanî mûyên por ji berberan kom kirin û ji wan peyker anîn holê.
Mamosteya resiman Tuzun ku 6 sal in li navçeyê wezîfeyê dike bi arîkariya Qaymeqamiya Bazîdê ji bo Muzeya Ehmedê Xanî ji silîkonan dest bi çêkirina peykerên Xanî kir.
Tuzunê mûyên por wek brû, rih û por yek bi yek li ser peykeran bicih kirin. Ji berhemên Ehmedê Xanî îlham girt û beşên jiyana wî sêwirandin. Tuzun, sahneya setrencê ya di Mem û Zînê de û kêliya dersdayîna telebeyan hemû li odeyên cuda cuda zindî kirin û pêşkêşî tûrîstên ehlî û biyanî kirin.
Bi xebata Tuzunê ya sal û nîvekê yê Ehmedê Xanî jî di nav de 44 peykerên cuda cuda derketin holê. Peyker pir nêzîkî rastiyê ne.
Vekirina muzeyê ji aliyê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kayayê hat kirin.