07 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand hefteya dawîn di operasyonên li tevahiya welêt hatin kirin da 14 terorîst mirî hatin qefaltin û 13 endamên rêxistinê jî teslimî hêzên ewlehiyê bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin di navbera 31ê tîrmehê û 7ê tebaxê da dijî rêxistinên terorê hezar û 518 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da bi hinceta alîkariya PKKya rêxistina terorê kirine 150, bi hinceta bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkildar in 74, ji Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) 448 û ji rêxistinên terorê yên çepgir jî 18 kes hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin di operasyonan da 14 terorîst mirî hatin qefaltin û 13 endamên rêxistinê jî teslimî hêzên ewlehiyê bûn.
- Operasyonên dijî hişbirê
Hat diyarkirin dijî hişbirê li 76 bajarî hezar û 806 operasyon hatin kirin.
Di operasyonên dijî hişbirê da 4 ton û 409 kîlogram esrar, 86 kîlogram eroîn, 900 gram bonzaî, 10 kîlogram metamfetamîn, 156 hezar û 476 libên hişbirê û 58 hezar û 912 kok heşîş hat qefaltin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 711 hezar û 2 pakêt cixareyên qaçax,166 ton û 827 lître sotemenî hat qefaltin.
Di operasyonên dijî qaçaxan da li ser behrê 488 bi tevahî 2 hezar û 532 kes hatin qefaltin û 65 kes jî bi hinceta organîzatoriyê kirine hatin binçavkirin.
Wek mayîn dijî kesên li kuçeyan hişbirê difiroşin operasyon hat kirin û di vê çarçoveyê da li 5 bajarî 163 kes hatin binçavkirin.
Di serî da FETO/PDY, PKK/TAK û DEAŞ li ser medyaya civakî dijî kesên propagandayê dikin xebatên lêgerînê hatin meşandin. Di vê çarçoveyê da li ser 2 hezar û 696 hesabên medyaya civakî lêkolîn hat kirin û ji hezar û 194 kesan 157 kes hatin binçavkirin.