22 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Li Bismîla navçeya Diyarbekirê ji ber teqemeniyên ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li nêzî goristana malbata Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker bi cih kiribûn da 15 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hat hildan Serdozgeriya Komarê ya Bismilê di koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da jêpirsîna ku ji ber dafika bibombe ya di goristana malbata Eker da hatibû bi cih kirin dabû dest pê kirin didome.
Di çarçoveya jêpirsînê da xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û endamên meclisa Şaredariya Bismîlê jî di nav da 15 kesên wisa tê texmînkirin eleqeya wan bi bombeyên hatibûn veşartin ra heye, hatin binçavkirin.
Di 10ê îlonê da hat tespîtkirin ku li Bismîla navçeya Diyarbekirê mensûbên PKKê li 5 cihên nêzî goristana malbata Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker 640 kîlogram teqemenî bi cih kirine piştî tespîtê ew teqemenî hatin îmhakirin û der barê bûyerê da jî jêpirsîn dest pêkiribû.