Abdullah Tel
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
VAN
Heyeteke ji Çînê ya ku bi pêşîkêşiya Balyozê Komara Gel a Çînê yê Enqereyê YU Hongyang ra ji bo hin hevdîtinan hatibûn Wanê çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê (OPB) ya Wanê.
Heyet ji hêla Alîkarê Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya OPByê Fevzî Çelîktaş û endamên lijneya va hat pêşwazîkirin. Herdu aliyan di qada aborî û bazirganiyê da hevdîtin kir.
Çelîktaş destnîşan kir ku bajar ji bo veberhênanê navendeke baş e û wiha pê da çû: "Ji hêla erdnîgariyê va jî cihê me baş e. Sînorê me bi Îranê ra heye û ev jî bi kêrî bajarê me tê. Wan bi wê potansiyela xwe va bi taybetî ji bo karsazên Çînî wê bibe navendeke girîng a veberhênanê."
YU Hongyang jî destnîşan kir ku Wan ji hêla erdnîgariya xwe va bajarekî girîng e û ji ber ku hatine bajêr gelekî kêfxweş bûne û wiha pê da çû: "Em zanin ku li vê herêmê veberhênan hewce dike û pêwîstî bi vê heye. Şirîkatiya karsazên Çînî û Tirkiyeyî wê bi kêrî bazirganiya herdu welatan jî bê. Ez berê bi qasî 15 salan li Îranê mam û zanim ku Wan ji bo Îranê jî cihekî girîng e. Ji niha pê va em ê hê zêdetir bên û biçin."