10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Nebata bi navê kereng ku biharê li çendîn deverên Tirkiyeyê xweberê hêşîn dibe, bi çendîn şêweyan tê xwarin û herwiha di heman demê da jî kana şifayê ye, bi destê xelkê herêma çolterê tê ber berxuran.
Ji gîhayê kerenga ku bi piranî li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê li serê çiyayan hêşîn dibe, xwarin û herwiha ji tovê wê qehwe û ji şîrê wê jî benîşt tê çêkirin.
Li herêma Qerejdaxa Şanliurfayê jî kereng bona welatiyên ku ajaldariyê dikin, dibe wesîleya debarê.
Jin zarok û şivan ji bo berhevkirina kerenga ku mizgîna biharê ye, diçin çolê û ji sibê heya êvarê kerengan berhev dikin. Herwiha van kerengên ku li çolê berhev dikin, tînin û li bazarên semtan kîloya wê ji ser 6-10 lireyî difiroşin.
Suleyman Arikê 14 salî ku li rexê rêya Diyarbekir-Şanliurfayê hem pexê xwe diçêrîne û hem jî kereng diçine, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku kereng hersal vî çaxî hêşîn dibin.
Arik diyar kir ku ew hem ajalên xwe diçêrîne û hem jî kereng diçine û wiha xeberda, "Ez rojê du satil kereng diçinim û ez van kerengan difiroşim ajovanên ku ji wê rêyê derbas dibin û herwiha bi vî awayî pere qazanc dikim."
- "Em kerengan dişînin gelek aliyên Tirkiyeyê"
Sedat Çoban ku li bazarê yek ji firoşyarê kerengan e, diyar kir ku ew du mehan, kerengên ku gundiyên ji herêma Qerejdagê berhev dikin, difiroşin.
Çoban bal kişand ku mirov dikare kerengê bixwe nava gelek cure xarinî û wiha pê da çû, "Em bi 2-3 lireyî dikirin, paqij dikin û bi 8 lireyî difiroşin. Tama wê pir xweş e, mîna goşt e. Em di vê serdemê da kerengan dişînin gelek deverên Tirkiyeyê ku Diyarbekir, Îzmir, Stenbol jî di navê da hene."