Elif Irmak
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 06 Gulan 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê kerengên ku bi hatina biharê ra li xwezayê ji xwe va çêdibin û wekî depoya şifayê tê zanîn bi xebata zor û zehmet a jinan ji striyên wan tên neqandin paşê tahm didin xwarinan.
Li Ovacika 1500 mêtro bilind a ku Çiyayên Munzurê lê ye bi hatina biharê ra li cihên ku berf heliya kerengên ku wekî depoya şifayê tên zanîn derketin.
Li navçeya ku ji hêla cureyên nebatan va dewlemend e kereng jî li cihên çiyayî, daristan û keviyên çeman ji xwe va çêdibin û bi tahma xwe va balê dikşînin.
Jin sibehê zû derdikevin eraziyên nêzî gundên Konaklarî Guneykonak, Oveçler, Paşaduzu û Akyayika li ser navçeyê û ji bo derxistina kerengan çendîn saetan di bin tavê da xebateke zehmet didin.
Jin bi kêran ji kokê wan kerengên bi strî berhev dikin û paşê bi telîsan va li ser pişta xwe dibin malên xwe.
Jin piştî rêwîtiyeke çendîn kolîmêtro digihêjin malên xwe û yan tena serê xwe yan jî bi alîkariya cîranên xwe ji striyên kerengan jê dikin.
Kereng di sîtilên li ber derî li ser agirê êzingan tên danîn da tên xaşandin û bi rûnê nivîşk tên qelandin yan jî şorbeya wan tê çêkirin û li ser sifreyan cî digire.
Jin ji ava kerengê jî di mehên payîzê da benîştê çêdikin.
- Tahmeke bêhampe dide devê mirov da
Aysel Erena ku kereng berhev dikir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kereng di mehên biharê da derdikeve.
Erenê diyar kir ku kereng nebateke bi strî ye û wiha axivî: "Em bi hevalan ra rojek berê da plana xwe dikin û cihê ku dê biçinê diyar dikin. Sibehê zû radibin û digihêjin cihê ku kereng lê çêdibin û bi kêran kerengan ji koka wan dibirin û dixin nav telîsan."
Erenê diyar kir ku kereng gelekî bi tahme e û gelekî jî tê xwarin û ev gotin:
"Derxistina kerengan karekî zehmet e. Carna strî dikevin destê me yan jî ji ber ku em xwe xwar dikin û radibin pişta me diêşe. Lêbelê digel hemû zor û zehmetiyan berhevkirina kerengan û xwarinên ku bi kerengan tên çêkirin gelekî xweş e. Em payîzan jî koka van kerengên hişkbûyî jê dikin û ji ava derdikeve benîşt çêdikin."
Dîlîf Suzgunê jî behs kir ku kerengên ku berhev dike di xwarinên cuda da bi kar tîne.
Suzgunê got ku kereng ji bo tenduristiyê baş e û wiha axivî: "Ev nebat biharan dema berf dihele derdikeve. Em jî hêj dema teze û can e berhev dikin û striyên wê paqij dikin. Tahm û cêja wê gelekî xweş e. Em piranî bi rûnê nivîşk diqelînin, şorbeya wê çêdikin yan jî konservaya wê çêdikin û ji bo zivistanê vedişêrin."