09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
ÇANAKKALE
Li gor agahiyan 2 keştiyên leşkerî yên artêşa Rûsyayê ji Geliyê Çeneqeleyê derbas bûn.
Keştiyên bi navê Smetlivy û Ladny ji aliyê Behra Egeyê ra hatin û ji geliyê Çeneqeleyê ra derbasî Behra Marmarayê bûn. Ekîbên ewlekariya peravê dema ku keştî ji gelî derbas dibûn rê nîşanî wan dan. Agahî nehat dayîn ku keştiyê herin kîjan bênderê.