09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim, li navenda Giştî ya AK Partiyê di çarçoveya bernameya fitarê da, bi parlementeran ra hat bal hev. Yildirim li vir axivî got ku duh li Stenbolê û îro jî li Midyada Mêrdînê êrîşên terorî qewimîn, di êrîşê da 15 polêsên me û welatiyek me mirin, Xwedê rehma xwe li wan bike û Xwedê şîfa xêrê ji birîndaran ra bişîne.
Yildirim bi bîr xist ku duh piştî teqînê Birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê ziyaret kirin û wiha dewam kir: "Em cardin dibêjin û ji vê dera dîsa îlan dikin, têkoşîna me ya dijî terorê wê bêyî tawîz dewam bike, em ê tu caran dev ji têkoşînê bernedin. Heta kîngê? Heta ku li her perçeyê welatê me aramî pêk were, li her derê welatê me ewlehiya can û mal pêk were, heta ku em bikaribin bêyî teredut seyehet bikin wê dewam bike."
-"Em ê terorê ji rojeva Tirkiyeyê teqez derbixin"
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku em ê bi miletê Tirkiyeyê ra bibine yek, rêxistina terorê ya ku wek şebekeya cinayetê tevdigere ji rojeva Tirkiyeyê derbixin û wiha dewam kir:
Yildirim got "Rojî û meha Remezanê di jiyana me ya civakî da xwedî cihekî girîng in" û wiha pê da çû: "Remezan meha merhemet, parvekirin, rehmê ye. Rêya ku em pê va diçin wesayet tayîn nake, miletê me bi xwe tayin dike. Kîjan karî em ê li gor çi û çawa bikin, biryara vê wê gelê me bide."