Nihat Kavşut
02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vekirina OTONOMÎya ku galeriyên wesaîtan tê da hene û li ser rêya Esenbogayê ye xeberda.
Serokomar Erdogan diyar kir ku bila welatî dowîzên xwe hûr bikin û wiha got: "Kesên ku di bin balîfên wan da dowîz hene bila perê xwe bikin zêr, bila perê xwe bikin TL. Bila qîmeta lireyê tirkan û zêr zêde bibe."
Erdogan der barê rewşa kurên dowîzê da wiha got: "Netirsin, em ê di demeke kurt da vê lîstikê xera bikin. Berê jî tiştên wiha kirin. Di 2007-2008an da kirin. Wê çaxê min çi got, 'wê ber ra derbas bibe.' Ez dîsa heman tiştî dibêjim, wê ber ra derbas bibe."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Ez dibêjim xêncî kêmkirina faîzê çareyek tune. Em li dinyayê mêze kin. Li Amerîka, Japonya, Ewropayê faîz zêde ye an kêm e? Li cem wan çima ewqasî kêm e li cem me 14, 15, 16 e. Em ê bi faîza kêm va pêşiya veberhêneran vekin. Faîza zêde sektora fînansê îhya dike. Ez vê di heman demê da ji bankeyên dewletê ra jî dibêjim."