07 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Sererkan Orgeneral Akar: "Kesên ku bêbextî li gel kirin ev tişt anîn serê Hêzên Çekdar ên Tirkan wê bên cezakirin. Bila gumana kesî ji vê çênebe."
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar di "Mitînga Demokrasî û Şehîtan" a ku li Meydana Mitîngê ya Yenîkapiyê hat kirin da xeberda.
Akar di xeberdana xwe da der barê hewla derbeyê ya di 15ê tîrmehê da wiha got: "Di 15ê Tîrmehê da çeteyeke ku wek hemû saziyên dewletê dizîka di leşkeriyê da bi cî bûye, Rêxistina Terorê ya Fetullahî, rojeke reş a ku di tarîxê da nehatiye dîtin anî serê welat, milet û komara me. Rûreşiyeke mezin anîn serê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê. Li gor dîrektîfên lîderiya siyasî ya ku bi her aliyên xwe va xwemalî û milî ye hûn gelê me yê birûmet û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, endamên hêzên ewlekariyê bi qehremanî li dijî wan ber xwe dan. Xayînên ku ev rûreşiya anîn serê Komara Tirkiyeyê, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê me ewê bi awayê herî giran bên cezakirin. Bira tu kes ji vê nekeve şikê."
Hulusî Akar diyar kir ku kesên ku bêbextiyê li gel kirin wê bên cezakirin û wiha xeberda: "Li qadan gelê me bersiveke xweş da kesên ku bêbextî li gel kirin ev tişt anîn serê Hêzên Çekdar ên Tirkan wê bên cezakirin. Bila gumana kesî ji vê çênebe."